Peyvsaziya Kurdî di pirtûka MacKenzie de

Samî Tan

Di nivîsa berî vê de me bala xwe dabû peyvsaziya kurmanciya naverast a di pirtûka McKarus, di vê nivîsê de, em ê îcar bala xwe bidin pirtûka D.N. MacKenzie[1] ya bi navê Kurdish Dialect Studies. Em lê binêrin ka wî çawa ev mijar hildaye dest û peyvsaziya kurmanciya naverast û kurmanciya jorîn çendî dişibin hev. Di vê berhemê de hem peyvsaziya devokê soranî, hem jî devokên kurmancî hene, em ê di vê nivîsê de bala xwe bidin peyvsaziya kurmanciya naverast (soranî) û di nivîseke de jî bala xwe bidin a kurmanciya jorîn.

PEYVÊN HEVEDUDANÎ

Du navdêr an jî rengdêrên têkildar tên ber hev û navbergirên “û/w” wan digihîne hev. Her wiha bi navbergirên /-ew- / û /-aw-/; bi navbergira /-e-/ û daçekên mîna /be/ û /berew/ jî hin peyvên hevedudanî û cotepeyv pêk tên.

Mînak: bejn û bala (bejn û bal), dem û çaw (dev û çav), deng û bas (nûçe), diro û delese (derew û xapandin), des û pîl (dest û mil), hat û çû (trafîk), hat û nehat (şans/bext), nerm û şil (qels, sist), rêga û ban (şaherê, kolan), teng û çeleme (tengasî û arîşe), esk û prûsk (gewde: goşt û hestî), çaw û raw (xapandina çavan: çav û nêçîr), cê w rê (bicihbûn: cih û rê), rêk û pêk, şil û mil (sist)…

Bi navbergira /-ew-/: dem-ew-nuxûn (dernixûn), dest-ew-ejno (dest li ser çongan), paş-ew-paş (ber bi paş).

Bi navbergira /-aw-/: çeşn-aw-çeşn (cur bi cur), goş-aw-goş (guh bi guh), pêç-aw-pêç (zivronek), reng-aw-reng.

Bi morfema /be/: des be cê (yekser, demildest), heprûn be heprûn (parçe parçe), cê be cê (cih bi cih).

Bi morfema /berew/: ser berew xware (serberjêr).

Hin caran jî bi dubarekirina heman peyvê bêjeyeke nû pêk tê: encîn-encîn (zû zû), piçir-piçir (piçopiço), tiktik (dilop dilop).

Bi dubarekirina dengê tiştekî jî peyvek pêk tê: cirîwecirîw (wîçewîç), qaspeqasp[2] (qebeqeba kewan), xirtexirt (dengê lêdana derî).

Bêjeyên hevedudanî yên raveker du cure ne; ew ên bendkirî (pêvebestî) û ewên ku pênaseker.

Bêjeyên hevedudanî yên bendkirî jî du cure ne:

1- Navdêrek navdêreke din rave dike, hin caran ew têkildarî hev in, bi gelemperî raveker in. Di van bêjeyan de raveker û raveber li peyv hev tên, hin caran cih bi hev diguherin û carinan jî navbergira /-e-/yê dikeve navbera wan.

Mînak: ostajin, birajin, çêştengaw (dema xwarinê), dêwcame (kincê nêçîrvanan), merezecar (zevîya birinc/rizê).

Bi navbergira /-e-/: bûmelerze (erdhej), hewrebirûske; -tirîşqe, nergisecar (zevîya nergizan).

Berevajîbûna her du hêmanên peyvê: çalaw, hîzeron (kîsê rûn), kilafedezû (gilovinga/girovika dezî;), kûreheng (kewara hingiv).

Bi navbergira /-e-/: çepkegul, çermega, denikeco (libeceh), gulebax, gulegenim, kilkebêl (destîyê bêrê), kunelût (kuna poz).

Bi alîkariya rayeka lêkeran (çi rayeka dema niha darfiroş, çi jî ya dema borî) hin peyvên hevedudanî bi dest dikevin.

Mînak: baweşên (baweşînk), bergdirû (dirûnker), bizinmij, darfiroş, morhelken (morçêker), piyawkuj (peyakuj, mêrkuj), sertaş (sertraş/berber), xwênrêj, zorzan (pirzan), zorbilê[3] (pirbêj), destkird (destkir), destkewt (destkeft), sûrewekiraw (soravkirî).

2- Di dariştina bêjeyên hevedudanî yên pênaseker, navdêrek ji hêla navdêreke din an jî rengdêrekê ve tê ravekirin. Heke raveker navdêrek be dibe ku herî ravebera xwe were.

Mînak: çilkaw (çilkav), şareg (şatamar), şaheng, salawext, darhenar, darxurma, gelamêw (pelemêw); gelatûtin (peletûtin), bûkeşûşe (bûka pêlîstang), dareben (darkizwan, mengûş), bizinekêwî (bizina kovî), qarçikemarane (kuvarka bijehr), ferîkenok, kewnefahîşe, miziresêw (sêva mize, tirşesêv), nermezîn, germeşîn[4], nasketîr[5].

Rengdêrên hevedudanî: Ev cure rengdêr dibe ku bi navbergir an jî bêyî navbergir pêk werin. Hin caran jî bi pêşgirên /be-/ û /bê/ tên dariştin.

Mînak: bedkar, dûrû, gerdenbilûr, giranba, keweroj (roja gewr; biewr), kurtebala (bejnkurt) esiksûk (lihevhatî), esikqurs (kirêt), balaberz (bejndirêj), çawşîn, dilter, dilteng, dawênpîs, henasesard (henasesar), keyfxoş, sergerm.

Bi pêşgirên /be-/ û /bê-/: begu (sernerm), becê (licih), bekar (bikêr), bêgu (serhişk), bêhoş (bêhiş), bêqeza.

Bi paşgiran dariştina peyvan:

D. N. MacKenzie di pirtûka xwe de qala van paşgirên li xwarê kiriye:

Paşgira -î, -aî (ayetî), -yetî, -etî (-îetî, -yetî, -êtî, -ayetî): Bi vê paşgirê ji rengdêran navdêrên razber bi dest dikevin.

Mînak: agadarî (agahdarî), asanî (hêsanî), aşkiraî, boşî (boşahî), çolî, gewreî (mezinî), kurtî, xoşî, estûrî, estûraî, berzî; berzaî, dirêjî; dirêjaî, germî; germaî, qûlî; qûlaî (kûrahî), bilindî; bilidaî; bilindayetî, azaî; azayetî, bendeî; bendeyetî (koletî), kemî; kemêtî, panî; panaî, paneêtî, axayetî, birayetî, dostayetî, dujminayetî, hakimêtî (dadgerî), piyawetî (mêranî), şaristanêtî, xizmayetî (mêrivantî), çonîatî (çawanî), birsêtî (birçîtî), çakîetî (qencî, başî), tinûêtî (tîbûnî), yekîetî; yekêtî.

Bi paşgira -ênî: bûkênî, çawênî (çavinî), kiçênî (keçinî), kurênî (kurinî)

Bi paşgirê biçûkker -ç-, -k-, -l-, -ɬ-: -çe: baxçe, nawçe (herêm); -çke: rêçke, xanûçke; -ek: destek, ranek (ranîk, şal); -ik: destik, cûçik; -ke: dölke, lûtke, milwanke; -eke: pûleke, tûreke; -ok: tîrok; -oke: baroke, firfiroke, cinoke; -kele: xirkele; -le: mêrûle, pişîle, qutîle; -leke: cûleke (cihû); -îla: emustîla (gustîl), gurçîle (gurçik), karîle (karik); -ûle: danûle, caşûle (pinda pitikan), mêşûle; -ûlke: dasûlke (dasik), paçûlke; – ɬe: gozeɬe, sewzele; –eɬe: girdeɬe, cucele; -oɬe: kiçoɬe, piçkoɬe; -oɬke: dîzoɬke, girdoɬke, tepoɬke.

Paşgirên ji bo tiştên şênber

-ga: hordûga, koga, rêga, seyranga, tavge…

-aɬan;-aɬên (cih û stargehê nîşan dide): berdelan, nermelan, qamîşelan, sewzelan, zîelan, zîxelan…

-(i)stan: daristan, cenglistan, kurdistan, kwêstan, qebristan, şaristan…

-ewan: aşewan, baxewan, keştiewan, melewan, pasewan, şaxewan, torewan…

-çî: boyaxçî, çayçî, qaçaxçî, rawçî, tenekeçî…

-ger: asinger, ceqoger, misger…

-dan: çiradan, derzîdan, fişekdan, cizdan, momdan, minaldan, mîzildan…

-dar: emîndar, beydaxdar,beşdar, dukandar,dildar, derdedar, mîwandar, agadar, estêredar, baldar, dandar, ziyandar…

-ker, -kar, hin caran jî dibe -ger, -yar: çêştker, nanker, kareker,kawêjker, swalker, şerker, arezûker, îşker, nwêjker, herzekar, kirêkar, parêzgar, cûtyar, kirîyar…

-baz: hatîwbaz, qumarbaz…

-ên (-anê): Navê lîstikan pêk tîne: halûken, heɬmatên, mûşên, fitbolên, sertrincên, topên (topanê), zoran (zoranê)…

Ji rayekên lêkeran dariştina peyvan: Ev paşgir bikerên karekî nîşan didin.

-ok, -nok: gerok, girînok,tirsnok…

-er: kujer, nûser…

-emenî: sûtemenî, xwardemenî…

-e: bole (bolanin), bare fîke, hîle…

Paşgirên ku rengdêran pêk tînin:

-î: bazarî, kwêstanî, ladêî, mişkî, qaweî, hewlêrî, hewramî…

-în, -awî: agirîn, asinîn, rengîn, ardawî,berfawî,qurawî, xolawî, xwênawî…

-in: aspewin, çilkin, goştin, kulkin,kirmin, lîkin, qîjin, tûkin,wurgin…

-men (meng), (mend): aqilmen, arezûmeng, dadmeng,dewlemen, derdmen, hunermeng…

-der: Bi wateya bider (yê ku dide): agader, fermander…

-kar, baw (Ev paşgir tên ber navên rengan û tiştên bi wan rengan nîşan didin): reşkar, spîkar, sûrbaw, şînkar, şînbaw…

-ane (Ev paşgir, rengdêran, hê zêdetir jî hokeran pêk tîne.): marane, mangane, salane, axayane, azayane, birayane, piyawane, şêrane…

Wekî encam em dikarin bibêjin ku peyvsazîya kurmancîya naverast nêzî peyvsazîya kurmancîya jorîn e, gelek gireyên wan hevpar in. Dema ku em mînakên beşa devokên kurmancî pêşkêş bikin, ev yek dê hê zelaltir were dîtin. Her wiha ji mînakan xuya dike ku MacKezie ji xebata McKarus jî sûd wergirtiye.

Binêre:
[1] MacKenzie, D. N. (1961). Kurdish Dialect Studies-I, Oxford University Press, London.
[2] Li gorî boçûna MacKenzie, ew dengê /e/ ê bêjeyên çirîweçirîw û qaspeqaspê ji eslê bêjeyê ne. Ji ber ku peyvên çirîwe û qaspe bi tena serê xwe jî têne bikaranîn.
[3] Forma fermanî ya wutinê “bilê” û bêjeya “zor” anku pir hatine ber hev û peyva “zorbilê” pêk hatiye.
[4] Şîna li ser yekî/a ku hê nû miriye.
[5] Tîra nazik a ku armanca xwe baş hingaftiye.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir